DYE'yê li Babil û Enbarê bombe li baregehên Heşdî Şabî barand
Fermandariya el Cezîre ya ser bi Heşdî Şabî ragihand ku baregehên wan ên li bajarên Babil û Enbarê du caran ji aliyê DYE'yê ve hatine bombekirin.
Fermandariya el Cezîre ya ser bi Heşdî Şabî ragihand ku baregehên wan ên li bajarên Babil û Enbarê du caran ji aliyê DYE'yê ve hatine bombekirin.
Fermandariya el Cezîre ya ser bi Desteya Heşdî Şabî ragihand ku derengiya şevê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) du êriş li ser baregehên wan yên li devera Cerif Sexir ya li bakurê parêzgeha Babilê û parêzgeha Enbarê pêk anî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku baregehên hatine hedefgirtin, beriya niha jî hatibûn bombebarankirin. Di derbarê ziyanan de agahî nehat parvekirin.
Lê li gor agahiyên li ser medyayê hatine parvekirin, ji hêzên Heşdî Şabî kuştî û birîndar hene.